Wolfgang Ketterle | |
---|---|
Jidayikbûn | 21 çiriya pêşîn 1957 |
Hevwelatî | Almanya |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Wolfgang Ketterle (jdb. 21ê çiriya pêşîn a 1957an li Heidelberg) fîzîknasekî alman e. Sala 2001î bi tevî Eric A. Cornell û Carl E. Wieman Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Li Eppelheim a nêzîkî Heidelbergê hatiye jiyanê. Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî li Bunsengymnasium, di sala 1976î dest bi perwerdeya fîzîkê li zanîngeha Ruprecht-Karls-Universitätê dike. Dema dîploma xwe digire diçe Münchenê, zanîngeha teknîkê. Berê xwe dide fîzîka angaştî û teza xwe li ser materyalên nebirêkûpêk dide. Dûv re li Max-Planck-Institut, li ser optîka qûantan dixebite.
Li Zanîngeha Ludwig-Maximilian bi Herbert Walther ve di sala 1986î de dest bi lêkolînên li ser Spektroskopiya helyûmhîdrîd û molekûla oksîjenê ya sê-atomî dike.
Sala 1990î mijara xebatên xwe diguherîne û koçberê DYAyê dibe û li wir hema dikeve koma Dave Pritchard û xebata cemedkirina lazeran dike.
Ketterle evînmarî bûye (zewiciye) û xwedî sê zarokan e.
Cîhana elementa Helyûmhîdrîdê (HeH), rohnî kiriye. Ew jî yek ji kedkarê Kondensasyona Bose-Einstein e.