Zeynep Kinaci ango Zîlan, di 30 hezîrana 1996an de li meydana Komarê ya li Dêrsîmê li hemberî leşkerên Tirk ku merasîma Alê dikirin, çalakiyeke cangorî pêkanî û bi vê çalakiya xwe di dîroka Kurdistanê de kire yek ji sembolên tekoşîna azadiyê.
1905 – Albert Einstein nivîsara xwe ya bi navê Elektrodînamîka Cismên Bihereket di kovara ilmî yê Annalen der Physik de çap kir û bi vî awayî jî teoriya îzafiyetê hatiye derpêşkirin.
1908 – Bûyera Tunguskayê qewimî. Di vê bûyerê de li herêma Sîbîryayê li nêzî robara (çemên biçûk) Tunguskayê teqînek esmanê pêk hat. Tê texmînkirin ku ev teqîna li hewayê ji ber parçeyek dûvstêrkek an jî astroîdek çêbû. Agirên teqînê ji 800 km dûrîtiyê jî dihate xuya.
1934 – Operasyona bi navê Şeva Kêrên Dirêj ê ku Adolf Hitler 85 heb endamên payebilind yên SAyê (Sturmabteilung) yên reqîbên wî ji efserên SSan (Schutzstaffel) re dabû qetilkirin dest pê kir.