1963 – Mele Mistefa Barzanî, ji ajansa amerîkan Associated Press'ê got ku, heke hikûmeta Iraqê otonomiyê nede kurdan, hêzên wî wê dîsa dest bi têkoşînê bikin. Berzanî herwiha got, ruxandina hikûmeta Qasim bi destê têkoşîna kurd pêk hatiye û got "Her kî li dijî xweseriya herêma Kurdistanê derkeve dawiya wan jî wê wisa bibe".
1919 – Şerîf Paşayêkurd dosyayek di derbarê pirsgirêka kurd û nexşeya Kurdistanê de pêşkêşî Kongreya Aştî ya Parîsê kir.
1982 – Doza Dev-Sol'ê ku tê de derheqê 146 kesî de îdam dihat xwestin, destpê kir.
1983 – Filîmê bi navê "Li Colemêrgê demsalek" ku derhêneriya wê Erden Kıral dikir û lîstikvanê sereke Genco Erkal bû, li Festîvala Filîman a Berlînê 4 xelat wergirtin.