Theodor W. Hänsch | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 30ê çiriya pêşîn a 1941ê (82 salî) |
Hevwelatî | Almanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Perwerde |
|
Pîşe |
|
Meqam | |
Xelat |
|
Malper | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Theodor Wolfgang Hänsch, bi kurtî Ted Hänsch, (jdb. 30ê çiriya pêşîn a 1941ê li Heidelberg) fîzîknas û gerînendeyê Max-Planck-Institut bo optîka qûantan a li Garching a li cem Munîhê ye.
Sala 2005î bi tevî John L. Hall û Roy J. Glauber (herdu jî DYAyî ne) Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Sala 1969î li zanîngeha Ruprecht-Karls-Universität Heidelbergê perwerdeya xwe bidawîdike. Doktoraya xwe li ser bandora du kanên lazerê ya li ser atomên neonê dide. Di akademiyeke bo NATOyê de dixebite. Li DYAyê li ser fîzîka lazeran dixebite û lêkolînan dike. Endamê akademiya zanistiyê ya Bayern e. Herwekî endamê gelek akademiyên matematîk û zanînên xwezayî ye.
Di ciwaniya xwe de bala xwe dabûye fîzîka lazeran û qûantan. Li pîvandina tîrêj û bandora lazeran geriyaye û spektroskopiya lazerê bipêşxistiye. Li ser cemedkirina lazerî, neutron û protonan jî lêkolînên wî gelek in.